Dibistana Kurdî ya Lûksembûrgê vexwendina sala xwendinê belav kir
RûpelNews - Di daxuyaniya dibistanê de, hemû malbatên civaka Kurd tên vexwendin ku di roja Şemiyê, 26ê Îlona 2026an de, beşdarî merasîma pêşwazîkirina xwendekaran bibin.
Peyama vexwendina dibistanê
"Dibistana Kurdî li Lûksembûrgê hemû malbatên civaka Kurd vedixwîne ku di roja yekem a sala xwendinê ya 2026–2027an, roja Şemiyê, 26ê Îlona 2026an, beşdarî pêşwazîkirina xwendekarên me bibin û kêfxweşiya vê roja taybet bi me re parve bikin.
Hebûn û beşdarbûna we di vê roja taybet de dê kêfxweşiya me zêde bike û hêz û biryardariya me xurtir bike, da ku em kar û xizmeta xwe ji bo zimanê Kurdî û zarokên Kurd li Lûksembûrgê bidomînin û girêdana wan bi ziman, çand û nasnameya Kurdî xurt bikin.
Hebûna we dê kêfxweşiya me temam bike, û beşdarbûna we dê hêz û biryardariya me zêde bike. Em bi dil û can li benda dîtina we û beşdarbûna we di vê bûyera xweş de ne.
Dibistana Kurdî li Lûksembûrgê"