Nivîskarên Kurd ên diyasporayê kongreya xwe ya yekem li Almanyayê dicivîne
RûpelNews - Ev çalakiya berfireh ku di bin sîwana Konfederasyona Revenda Kurdistaniyê de tê organîzekirin, wê di 25ê Tîrmeha 2026an roja şemiyê saet di 09:00an de li bajarê Lintorf-Ratingen'a nêzîkî Düsseldorfa Almanyayê deriyên xwe li mêvanan veke. Kongre armanc dike ku nivîskar, rewşenbîr û edîbên kurd ên ji çar aliyên cîhanê – di nav de Ewropa, Amerîka, Kanada, Awustralya, Asya û komarên Yekîtiya Sovyetê ya berê – di bin yek banî de bîne cem hev.
Li diyasporayê nasnameyeke wêjeyî ya hevbeş
Di nameya vexwendina fermî de ku ji aliyê Komîta Amadekar ve ji Rupalnewsê re hatiye şandin, hat teqezkirin ku ev kongre yekem kombûna yekgirtî ya nivîskarên kurd e, ji her çar parçeyên Kurdistanê û erdnîgariya Yekîtiya Sovyetê ya berê. Armanca bingehîn a kongreyê ew e ku ji bo nasnameyeke yekgirtî û wêjeyeke nûjen û azad bixebite, berhemên nivîskarên kurd ên li diyasporayê li qada çandî ya cîhanî bide nasîn û zemîna geşepêdanê ava bike.
Nîqaşkirina peyrewa navxwe û hilbijartina rêveberiya nû
Piştî bernameya protokolî û pêşkêşiyên çandî yên nîvê yekem ê rojê, kongre dê bi danişînên krîtîk ku pêşeroja saziyê dîyar dikin berdewam bike. Di beşên îdarî de ku di saetên nîvro de dest pê dikin, raporên kar û xebatê yên rêveberiya heyî dê bêne pêşkêşkirin û peyrewa navxwe ya federasyonê ji bo nîqaşê ji delegeyan re bê vekirin. Piştî biryardana li ser xalên peyrewê û hilweşandina stafa berê, deriyê dengdanê ji bo diyarkirina desteya rêveberiyê ya nû dê bê vekirin. Kongreya dîrokî dê piştî hejmartina dengan, eşkerekirina encaman û xwarina êvarê bi dawî bibe.
Bernameya kongreyê
Bernameya fermî ku rasterast piştî gotarên vekirinê saet di 10:00an de bi demjimêra Almanyayê bi gotara Şifa Barzanî, Serperperştyarê Giştî ya Rewenda Kurdistanî li Baregeha Barzanî, dest pê dike û wê bi gotara nûnerê Serokatiya Herêma Kurdistanê berdewam bike. Piştî nîşandana belgefilma li ser dîroka wêjeyê li Kurdistanê, peyama Yekitiya Nivîskarên Almanyayê wê were xwendin. Piştî gotarên nûnerên Navenda PENa Kurd û Yekitiya Nivîskarên Kurd û belavkirina bawername û xelatên rêzgirtinê, saet di 12:25an de navber û bêhnvedan dê bê dayîn. Di danişînên piştî nîvro de, piştî xwendina peyrewa navxwe û bidawîbûna proseya dengdanê ya ji bo rêveberiya nû, kongre dê saet di 18:30an de bi xwarina nîvroyê bi dawî bibe.