Leşkerekî artêşa Sûriyê bi hovane leşkerekî kurd kuşt
RûpelNews - Li gorî agahiyên nûçegihana Rojava ya Rûdawê, Vîviyan Fettah, Samî Şêhmus Heso – ku wekî 'Sîpan Hiznî' tê nasîn û xelkê taxa Muftiyê ya Hesekê bû – ji aliyê zilamên çekdar ên nenas ve hat revandin û birin ser rêya ber bi Dere Zorê ve.
Êrîşkaran leşkere kurd bi kêrî kuştin û piştre gule li bedena wî reşandin.
Heta niha ti komekê berpirsiyariya vê kuştina hovane negirtiye ser xwe.
Bedenê leşker, ku nîvê şevê gihandin Hesakê, dê li bajarê wî were veşartin.
"Divê sûcdar bê cezakirin"
Piştî kuştinê, birayê Samî Heso axivî û bang li rêveberiya Rojava û desthilatdarên Sûriyê kir ku sûcdaran di zûtirîn dem de bigirin û radestî dadgehê bikin. Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku birayê wî bi awayekî hovane hatiye kuştin û hat xwestin ku ev sûcê nemirovane bê cezakirin.
Samî Heso kî bû?
Samî Şêxmûs Heso (Sipan Hesekê), yê 26 salî, di nav artêşa Sûriyê de di Lîwaya Hesekê de leşkerî dikir.
Malbata Heso di rabirdûyê de zirareke mezin dîtibû; du birayên mezin ên Samî, Huseyn û Sîpan, berê di şerê li dijî DAIŞê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Piştî mirina birayê xwe Sîpan, Samî navê birayê xwe wekî navê xwe yê kod hilbijartibû.
Leşkerê ku dê û bavê wî êdî sax nînin, li pey xwe pênc keç û heft kur li xwe hiştin.