TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Leşkerekî tirk li Efrînê mir

Haber Merkezi
Edîtor
📅 24 îlon 2026 08:32
Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku Çawîşê Pispor Coşkun Sevim, ku li Efrînê leşkeriya xwe dikir, dema li ser peywirê nexweş ket û li nexweşxaneyê mir.

RûpelNews - Wezaretê ragihand ku Çawîşê Pispor Coşkun Sevim, ku li Efrînê leşkeriya xwe dikir, di 23ê Îlonê de mir.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, Sevim di dema peywirê de nexweş ket, ew rakirin nexweşxaneyê. Tevî destwerdanên bijîşkî yên ku li wir hatin kirin, nekarîn jiyana wî xilas bikin.

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler jî di peyameke ku belav kir de, sersaxî ji malbata Sevim re xwest.

Di daxuyaniya wezaretê de derbarê cewhera nexweşiya Sevim de ti hûrgilî nehatin dayîn.

Parve bike: