TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Lêpirsîna Gulistan Doku: Polêsê noqvan hat girtin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 31 tebax 2026 14:50
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de ya ku li Dêrsimê ev 6 sal in xeber jê nayê standin polêsê noqvan Gurkan Gurdal ku wek gumanbar hatibû desteserkirin bi biryara dadgehê hate girtin.

RûpelNews - Lêpirsîna Gulistan Doku ya xwendekara Zanîngeha Munzur a li Dêrsimê bû di sala 2020an de wenda bû û jêj nehat dîtin berdewam e.

Di pêleke pêncemîn a operasyonanê ya di çarçoveya vê lêpirsînê de dest pê kir 10 gumanbar hatin desteserkirin.

Di nav kesên ku hatin binçavkirin de polêsên noqvan Alaattin Kocamemik, Gurkan Gurdal û Vahit Ilgor yên ku beşdarî lêgerîna li dû Gulistan Doku bûbûn, jina gundparêz Fatih Ozmen û sê zarokên wî û fermandarê wê demê yê li Dêrsimê Ali Kahraman û jina wî Burçin Hizli Kahraman hebûn.

Polêsê noqvan Gurkan Gurdal sewqî dadgehê hat kirin hat girtin du polêsên din bi şert hatin berdan.

Serdozgeriya Giştî ya Erziromê îtîraz li biryara berdana du polêsên din kir.

Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser 7 gumanbarên din ên ku di çarçoveya operasyonê de hatine binçavkirin, hîn jî berdewam dike.

Bi vî awayî, hejmara kesên di lêpirsîna Gulistan Doku de hatin girtin bû 29.
 

Parve bike: