Lêpirsîna Gulistan Doku: Gundparêz cenaze veşartin
RûpelNews - Di çarçoveya lêpirsîna li ser Gulistan Doku ya xwendekara zanîngehê de ku şeş sal in li Dêrsimê winda ye, delîl û agahiyên nû derketin holê.
Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Giştî ya li Dêrsimê ve hat belavkirin hat ragihandin ku delîlên hatine peydekirin nîşan didin ku gundaparêz cesedê Gulistanê veşartine an jî ji holê rakirine.
Serdozgeriya Giştî ya Erziromê jî diyar kir ku kesên hatine binçavkirin di 'jêbirina tomarên têkildarî muayene û dermankirina Doku ya li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceli ji ber gumana ducaniyê' de rol û tesîra wan hebû.
Ofîsên Serdozgerên Giştî yên Erzirom û Dêrsimê derbarê girtina 15 gumanbarên din di lêpirsîna doza Gulistan Doku de ya xwendekareke zanîngehê ku ji 5ê Çileya 2020an ve li Dersimê winda ye, daxuyanî belav kirin.
Serdozgerî: Delîl bi awayekî sîstematîk hatine tunekirin
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de ku tê de hat destnîşankirin ku analîz û nirxandina berfireh a hemû agahî, dîtin, belge û delîlên din ên ku heta niha di dozê de hatine bidestxistin berdewam e, ev tişt hatin gotin:
"Di encama lêpirsînên ku hatine kirin de, derbarê îdiayên ku dibêjin qeydên muayeneyên bijîşkî yên Gulistan Doku ku ji ber gumana ducaniyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Tunceli hatibû muayenekirin û dermankirin bi awayekî bi zanebûn û profesyonel hatine jêbirin û bi vî awayî delîl bi awayekî organîze û bi qestî hatine veşartin. Di vê çarçoveyê de bijîşk, karmendên tenduristiyê jî tê da 10 gumanbar hatin desteserkirin."
"Gundparêzan cenazeya Gulistanê yan veşartin yan tunekirin"
Serdozgeriya li Dêrsimê jî der barê lêpirsînê de hin agahî û delîlên nû ragihand. Li gor daxuyaniya Serdozgeriyê hate tespîtkirin ku cenzaeya Gulistanê ji hêla gundparêzan ve yan hate veşartin yan jî hat tunekirin. Hat ragihandin ku 5 kesên gumanbar ku tê da 2 jê gundparêz in hatin desteserkirin.