Lêpirsîna Gulistan Doku: Di wesayîtên fermî de lêkolîn dê bê kirin
RûpelNews - Bi giştî pênc wesayît ku sê ji wan otomobîlên fermî yên Tuncay Sonel parêzgarê wê demê yê ku niha di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatiye girtin û du wesayîtên girêdayî Sekreteriya Giştî ya Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ne li ser kamyonên romorkê hatine barkirin û ji bo lêkolîneke laboratuwara edlî ya berfireh bo Enqerê hatine şandin.
Hat ragihandin ku dê di wesayîtan de delîlên cihêreng, di nav de nimûneyên DNAyê, şopên biyolojîk, fîber û bermayiyên temasê, her wiha şopên kîmyewî yên têkildarî her prosedurên paqijkirinê yên muhtemel, bên vekolîn.
Nimûneyên DNAyê yên ku hatine bidestxistin dê bi yên ku ji dayik û bavê Gulistan Doku hatine girtin re bên berawirdkirin.
Lêpirsîna Gulistan Doku
Keça Diyarbekirî Gulistan Doku xwendekara li Zanîngeha Munzur a li Dêrsimê bû. 5ê Çileya 2020an de wenda bû ji rojê wir de heta niha tu xeber jê nehat standin. Bûyera wendabûna Gulistanê wek xwekuştin hat belavkirin û lêpirsîn li ser xwekuştinê hat meşandin lê bi dîtina delîlên nû lêpirsîn hat tespîtkirin ku Gulistan hat kuştin. Bi berfirehkirina lêpirsînê ligel Parêzgarê Dêrsimê Tuncay Sonel û kurê wî bi tohmeta kuştinê hatin girtin.