Lamine Yamal 5 hefteyan ji futbolê dûr dikeve
RûpelNews - Lamine Yamal neçar ma ku piştî gola xwe ya li hemberî Celta Vigo ji ber seqetbûnê ji qadê derkeve.
Yamal, ku di xuleka 40emîn a maçê de bi vegerandina penaltiyekê tîma xwe xistibû pêş, yekser piştî lêdanê ji ber êşa di hamstringa xwe ya çepê de daxwaza guhertinê kir. Piştî ku tîma bijîşkî ket nav qadê, lîstikvanî nekarî berdewam bike û Bardghji li şûna wî kete lîstikê.
Li gorî raporteke Mundo Deportivo, muayeneyên destpêkê nîşan didin ku dibe ku masûlkeya paşîn a çepê ya Yamal qetiyabe.
Heke ev yek were piştrastkirin, tê payîn ku futbolîstê ciwan herî kêm pênc hefteyan ji lîstikê dûr bimîne.
Ev rewş îhtimalê zêde dike ku lîstikvanê stêrk mayîndeya sezona LaLigayê ji dest bide, her çend ne diyar e ka ew dê ji bo destpêka Kûpaya Cîhanê di wextê xwe de amade be yan na.
Lamine Yamal, ku vê sezonê bi performansên xwe bal kişandiye, bi gola xwe ya li hemberî Celta hejmara giştî ya golên xwe gihand 24an. Stêrkê ciwan her wiha bi 17 asîstan jî beşdariyeke girîng ji tîma xwe re kiriye.