TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Ronaldinho vedigere futbolê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 hezîran 2026 15:23
Ronaldinho xwe amade dike ku vegere futbola profesyonel. Lîstikvanê brezîlî yê 46 salî dê bi Ravenna FC, tîma ku di Serie C ya Îtalyayê de dilîze, re peymanekê îmze bike.

RûpelNews - Ronaldinho, yek ji efsaneyên herî mezin ên futbolê, ku nêzîkî 11 sal berê dev ji futbolê berdabû, vedigere qadê.

Li gorî raporên di çapemeniya îtalî û brîtanî de, efsaneyê brezîlî dê vegera xwe ya futbolê bi Ravenna FC, tîmeke di Serie C ya Îtalyayê de, bike.

Ronaldinho di derbarê mijarê de axivî û got, "Ez bêsebir im ku careke din bi gogê re bireqisim û li gel Ignazio û tevahiya malbata Cipriani rûpeleke nû vekin. Futbol her tim ji bo min çavkaniya kêfxweşiyê bûye û ez dixwazim heman ruhî bînim Ravennayê."

Tê payîn ku danasîna fermî ya Ronaldinho di 23ê Hezîranê de li Miamiyê pêk were; ew dê paşê ji Tîrmehê û pê de beşdarî kampa rahênanê bibe.

Parve bike: