TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Li dijî du şaredariyên CHPê "Operasyona bertîlxwarinê": Du şaredar û bi dehan kes hatin binçavkirin

📅 19 hezîran 2026 08:35
Di lêpirsîna derbarê îdiayên "rîşwetxwarin", "gendelî" û "avakirina rêxistinekê ji bo mebesta pêkanîna sûcekî" de li dijî Şaredariya Adalarê ya Stenbolê ya ku di destê CHPê de ye, 41 gumanbar, di nav de Şaredarê Adalarê Alî Ercan Akpolat heye, hatin binçavkirin. Di vê navberê de, hat ragihandin ku li Mersînê, di operasyoneke li dijî Şaredariya Silîfkeyê ya CHPê , hejmarek gumanbar, ku di nav de Şaredar Mustafa Turgut ji heye hatin binçavkirin.

RûpelNews - Serdozgeriya Giştî ya Anadoluyê ragihand ku piştî raporên li ser bêserûberiyan li herêmên parastina xwezayî û arkeolojîk, lêpirsînek hatiye destpêkirin. Di lêpirsînê de tê îdiakirin ku destûr li hember bertîlan ji bo hin karên ku li ser avahiyên xwedî girîngiya dîrokî hatine kirin û ji bo karsaziyên bêlîsans hatiye dayîn.

Rapor hatin lêkolînkirin

Di dema operasyonên ku ji aliyê tîmên Beşa Lêpirsîna Sûcên Darayî ve hatin kirin de, daneyên ji MASAKê, tomarên HTSê û îfadeyên şahidan wek delîl li dosyeya dozê hatin zêdekirin. Di operasyonên hevrêz ên ku li çar parêzgehên bi navenda Stenbolê hatin kirin de, li 90 navnîşanan lêgerîn hatin kirin, û hejmareke mezin belge û materyalên dîjîtal hatin desteserkirin.
Li dijî gumanbaran ji ber tohmetên "rîşwetxwarin", "zordestî", "sextekariya belgeyên fermî", "avakirina rêxistinekê ji bo mebesta pêkanîna sûcekî", "îstismarkirina wezîfeyê" û binpêkirina qanûnên têkildar, dozgerî didome.

Şaredarê Silîfkeyê jî hat binçavkirin

Derket holê ku di operasyona li dijî Şaredariya Silîfkeyê ya ser bi CHPê de, hejmarek gumanbar ku di nav de Şaredar Mustafa Turgut jî heye hatin binçavkirin.
Di çarçoveya operasyonê de, tîmên cendirmeyan gihîştin avahiya şaredariyê û dest bi lêgerînan kirin. Destûr nehat dayîn ku karmendên ku ji bo kar dihatin hundir bikevin, ji ber ku destpêka roja karî bû.
Li gorî agahiyan, tîmên jendirmeyan ji bilî avahiya şaredariyê, li gelek navnîşanan jî lêgerîn pêk anîne. Hatiye ragihandin ku heta niha gelek kes hatine binçavkirin.
 

Parve bike: