Li dijî wesayîta fermî ya şaredarê CHPê êrîş
RûpelNews - Li navçeya Çigli ya Îzmîrê, êrîşeke bi çek wesayîta fermî ya vala û rawestandî ya Şaredarê Çigliyê yê CHPê Onur Emrah Yıldız kir hedef. K.S.yê 21 salî, bi motorsîkleteke dizî hat cihê parkkirinê yê avahiya şaredariyê; piştî ku sê çar gule li wesayîtê reşandin, dema hewl dida bireve, ji aliyê personelên ewlehiyê yên şaredariyê û yekîneyên polîsên motorsîkletê yên "Yunus" ve hat girtin.
Bûyer nîvro li cihê parkkirinê yê ku li qata jêrîn a avahiya Şaredariya Çigliyê ye, qewimî. Li gorî agahiyan, K.S. bi motorsîkleteke dizî ket cihê parkkirinê û bi çekeke destan sê-çar gule li wesayîta fermî ya vala û rawestandî ya Şaredar Yıldız reşandin.
Dema direviya hat girtin
Gumanbarê ku piştî êrîşê hewl da bireve, ji aliyê personelên ewlehiyê yên şaredariyê ve hat girtin. Piştî agahdarkirinê, tîmên polîsên "Yunus" ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Ewlehiya Giştî sewqî cihê bûyerê bûn. Gumanbar ligel wê çekê ku tê texmînkirin di bûyerê de hatiye bikaranîn, radestî polîsan hat kirin.
Lêpirsîn hat destpêkirin
Herçend di êrîşê de ti kes birîndar nebû jî, K.S. hat desteserkirin û ji bo dayîna îfadeyê birin qereqola polîsan. Tîmên polîsan ji bo tespîtkirina sedema li pişt êrîşê lêpirsîn dan destpêkirin.