Trump li dijî Kûbayê operasyona leşkerî difikire
RûpelNews - Hatiye îdiakirin ku rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber ku zextên aborî û dîplomatîk ên li ser welêt encam nedane operasyona leşkerî ya li dijî Kûbayê ji berê cidîtir dinirxîne.
Çavkaniyên ku ji Politico re axivîne, derbarê têkiliyên Amerîka-Kubayê û guherîna helwesta rêveberiya Trump a li hemberî Kubayê de hin îdiayan anîn ziman.
Çavkaniyên ku dibêjin Amerîka ji ber nebûna encamên zextên wekî ambargoya petrolê ya li ser Kubayê nerazî ye, destnîşan kirin ku vebijêrka çalakiya leşkerî ji berê cidîtir tê nirxandin.
Berpirsekî ku xwest navê wî neyê eşkerekirin, bi destnîşankirina guhertinekê di helwesta rêveberiyê de, wiha got:
"Fikra destpêkê ya li ser Kûbayê ew bû ku serokatî lawaz bû û ku dê hevgirtina cezayên tundtir û serkeftinên Amerîkayê li Venezuelayê û Îranê Kûbayiyan bitirsîne da ku ew li hev bikin. Niha rewşa li Îranê berevajî bûye, Kûba ji ya ku di destpêkê de dihate texmînkirin pir berxwedêrtir e. Ji ber vê yekê, destwerdana leşkerî ji her demê zêdetir di rojeva de ye."
Di vê navberê de, çavkaniyan diyar kirine ku qada teqez a operasyoneke leşkerî ya muhtemel hîn ne diyar e û îhtîmal ji êrîşeke hewayî ya yekane ku armanca wê neçar kirina rejîmê ye ji bo ku tawîzan bide, heta operasyoneke bejayî ya ku armanca wê hilweşandina rejîmê bi temamî ye diguhere.