TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Trump: Min êrişa leşkerî ya li dijî Îranê hatibû plankirin, paş xist.

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 18 gulan 2026 22:36
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî li ser daxwaza hin serokên taybet, êrişa leşkerî ya ku ji bo sibê li dijî Îranê hatibû plankirin, paş xist.

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê egera êrişeke nû ya li ser Îranê de daxuyanî da.

Di parvekirineke li ser hesabê Xê Qesra Spî de hat gotin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku êrîşa plankirî ya li ser Îranê ji bo niha dê neyê pêkanîn.

Di parvekirinê de Trump a wiha got: "Niha danûstandinên cidî berdewam dikin û em bawer dikin ku dê lihevkirinek ku hem ji bo Amerîka û hem jî ji bo welatên Rojhilata Navîn maqul be, were bidestxistin."

Di daxuyaniyê de her wiha wiha hat gotin, "Em ê sibê êrîşa plankirî ya li ser Îranê pêk neynin, lê me ferman daye ku ji bo êrîşeke berfireh û mezin a li ser Îranê amadekarî were kirin û em ê amade bin ku li gorî pêwîstiyê tevbigerin."

Di parvekirina Qesra Spî de li gel gotinên Trump emojiya ala Amerîkayê jî hatibû danîn.

 


 

Parve bike: