TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Kremlînê pesnê Tirkiye û Erdogan da: ‘Pêwendiyên me bêhemba ne!’

📅 03 nîsan 2022 09:52

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, di hevpeyvîneke televizyonê de pesnê Tirkiye û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û pêkanînan danûstandinên şandên Ukrayna û Rûsyayê yên li Stenbolê nirxand.

Peskov got ku Erdogan lîderekî siyasî yê bihêz e û diyar kir, “Tirkiye welatekî mezin ê herêmî ye. Pêwendiyên me bêhempa ne.”

Herwiha Peskov daye zanîn ku Tirkiye tevî ku endama NATOyê jî ji Amerîka û NATOyê re gotiye, ew beşdarî dorpêçên ser Rûsyayê nabin û pira naşewitînin.

Peskov behsa pêwendiyên aborî yên ligel Tirkiyê jî kir û diyar kir, berdewamkirina dîyalogê û pêwêndiyên aborî yên herdu welatan xwedî girîngiyeke mezin e.

Parve bike: