TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Komkujiya Sûrûcê hat bibîranîn

📅 20 tîrmeh 2018 18:26

PeyamaKurd- Li nevçeya Sûrûcê ya bi ser bajarê Rihayê, 3 sal berê 33 kesên ku bi êrîşeka xwekujî hatibûn kuştin, hatin bibîranîn. 3 sal berê bo alîkarî bibin Kobaniyê xort û keçên ku hatibûn Sûrûcê, yên ku endamên SGDF bûn (Ciwanên Federasyona Sosyalîst), ji aliyê kesekî DEAŞ î de, yê bi navê Şêx Ebdurehman Alagöz ku bomba ser xwe teqandibû, 33 kes miribûn û 104 kes jî birîndar bûbûn.

Di 20 tîrmeha sala 2015an de, di dema ku li Navenda Amara ya Çandê ya li Sûrûcê ragihandina çapemeniyê dihat kirin de kesê DEAŞ î xwe teqandibû.

Di bîranînê de hêzên asayîşê tedbîrên ewlehiyê girtin parlementerên HDPê tevli merasima bîranînê bûn.

Piştî axaftina ji aliyê parlementeran ve, qelebalixa xelkê gul danîn ser gorên Osman Çiçek û Qasim Deprem ku di teqînê de jiyana xwe dabûn.

Parve bike: