Tirkiye
Dadgeha Destûrê li ser komkujiya Sêwazê biryar da
Dadgeha Destûrê ya Tirkiyeyê di biryara xwe ya dawî ya derbarê Komkujiya Sêwazê de, diyar kir ku mafê jiyanê hat binpêkirin û ferman da ku tezmînat ji xizmên qurbaniyan re were dayîn.
RûpelNews - Dadgeha Destûrê serîlêdana xizmên 37 kesên ku li Sêwazê di otêlekê de hatin qetilkirin nirxand û biryar da ku mafê rehmetiyan hatin binpêkirin, tazmînat ji kesûkarên qûrbaniyan re were dayîn.
Li Sêwazê 2ê Tîrmeha 1993an de agir bi otêlê hatibûn berdan û tê da jin, zarok, hunermend, nivîskar 37 kes hatibûn kuştin. Piştî 33 salan li ser serîlêdana takekesî ya kesûkarên rehmetiyan biryareke ji Dadgeha Destûrî derket.
Li gor biryara ku îro bi yekdengî hat dayîn mafê jiyanê kesên hatine kuştin hatin binpêkirin û tazmînat ji kesûkarê rehmetiyan re bê dayîn.
Hinceta biryarê demên bê dê bê nivîsandin û bo raya giştî wê were eşkerekirin.