TR KU AR
FB X IG
Aborî

Kêmtirîn dikandar li Şirnex û Batmanê ye

📅 07 tîrmeh 2026 17:59
Hejmara kargehên ku di pênc mehên pêşîn ên vê salê de li Tirkiyeyê hatin girtin, ji sedî 8.13 zêde bû û gihîşt 53,088an. Hejmara herî kêm dikandar lê hene bajarên Şirnex û Batman e.

RûpelNews - Li gorî amarên Konfederasyona Esnaf û Zanatkarên Tirkiyeyê, hejmara kargehên ku îsal di navbera mehên Çile û Gulanê de vebûn li gorî sala borî kêmtir bû û ligel vê hejmara kargehên ku hatine girtin zêdetir bû.

Di pênc mehên pêşîn ên vê salê de, hejmara dezgehên karsaziya piçûk ên ku vebûn, li gorî heman serdema sala borî ji sedî 9.66 kêm bû, ji 134 hezar û 023an daket 121 hezar û 261an.

Hejmara kargehên di heman serdemê de girtin, ji sedî 8.15 zêde bû, ji 49 hezar û 905an derbasî 53 hezar û 098an bû.

Kêmtirîn dikandar li Şirnex û Batmanê ye

Kêmtirîn dikandar jî li bajarên Şirnak û Batmanê hatin tomarkirin ku bi rêjeyên 1.11 ji sedî û 1.19 ji sedî xwediyê rêjeyên herî kêm bûn. Stenbol bi 301 hezar û 587 hejmara herî zêde ya dikandaran li Tirkiyeyê di rêza yekem de ye. 

 

Parve bike: