Jiyan
Li Şirnexê kesek hate kuştin
Li gundê Nanûrê yê li navenda Şirnexê, Mehmet Çalış li ser erdê ku ji xwe re wekî hîbe stendibû dema sebzeyên çandibû av didan hate kuştin.
RûpelNews - Li gundê Nanûrê yê li navenda Şirnexê, welatiyê bi navê Mehmet Çalış, li ser erdê ku wekî hîbe stendibû dema ku sebzeyên ektibû av didan hate kuştin.
Li gorî îddîayan, ji ber ku Çalış erd hîbe stendibû, kesên cîranên erdê bi çekê êrişî Çalış kirin. Çalış ê ku ji piştê ve birîndar bû, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Kesa bi navê Salih ê ku paşnavê wî nehate hînbûn û bi çekê êrişî Çalış kir, tevî 3 kesên li gel xwe dema ku cenaze vediguhestin ji aliyê leşkeran ve hatin ferqkirin û hatin binçavkirin. 4 kesên hatin binçavkirin, hatin girtin û wan şandin girtîgehê.