'Kalê min ji ber bilêvkirina 'Kurdistan' hat armanckirin'
RûpelNews - Karsaz Azîz Zapsu ku yek ji pêşengên anîna zincîreyên supermarketê bo Tirkiyeyê tê nasîn, rêwîtiya malbata xwe—ku bi sirgûnkirina bapîrê wî dest pê kiribû—û serpêhatiyên wan di pirtûkeke bi navê "Rağmen" de vedibêje.
Di pirtûkê de tê gotin kalê Azîz Zapsu Abdurrahim Zapsu ji ber bilêvkirina Kurdistanê û ji ber nivîsandina helbestên Kurdî rastî hin zext û bertekan hatiye.
Azîz Zapsu di pirtûkê de li ser kalikê xwe wiha nivîsand:
"Bapîrê min, mirovekî xwedî baweriyeke kûr, wekî neteweperestekî Kurd hate binavkirin tevî ku ew bi tundî li dijî nijadperestiyê bû, wî di dema hilweşîna Împaratoriya Osmanî de ji bo parastina yekîtiya herêma ku wê demê wekî Kurdistan dihat nasîn – cihê ku Kurd lê piranî bûn – xebitî, û ji ber ku wî hinek ji pexşan û helbestên xwe bi Kurdî nivîsîbûn hin alî ew (kalê min) wek hedef nîşan dan û jê nerazî bûn." (Çavkanî: T24)