Ocalan peyamek li ser Rojavayê Kurdistanê da
RûpelNews - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê, derbarê hevdîtina 13ê Îlona 2026an de li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan pêk hatî, daxuyaniyek nivîskî belav kir.
Li gorî daxuyaniyê kurteya nirxandinên Ocalan ên ji bo raya giştî hatine şandin ev in:
“Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di qonaxeke wisa de ye ku pêwîstî bi awayekî bilez bi bicihanîna berpirsiyariyên dîrokî heye. Di heyama piştî pejirandina qanûnê de, pir girîng e ku di çarçoveya van berpirsiyariyan de gavên pratîkî yên hevbeş bên avêtin û lijne dest bi xebata xwe ya çalak bikin.
Armanca min ew e ku aştî û siyasîbûn pêk werin. Aştî tê wateya çekdanînê, siyasîbûn jî tê wateya siyaseta demokratîk û civata demokratîk.
Li ber Tirkiyeyê derfeteke dîrokî heye. Ez hêvî û bawer dikim ku her kes dê bi vê hişmendiyê tevbigerin da ku em aştiyeke mayînde û çareseriyeke demokratîk bi dest bixin. Berpirsyariyeke demildest e ku îradeya aştiyê bêbingeh neyê hiştin, bi rêya sazkirinên qanûnî û siyasî yên şênber bê misogerkirin.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk armanc dike ku hemû gel û baweriyên li Rojhilata Navîn bi hev re di nav aştî, azadî û wekheviyê de bijîn. Geşedanên li herêmê bi awayekî zelal nîşan didin ku pêvajo li ser hevsengiyên hesas e û ev geşedan rasterast bandorê li pêvajoyê dikin. Ji ber vê yekê, ji bo pêşîgirtina li provokasyonên muhtemel, girîng e ku pirsgirêkên li herêmê bi rêya diyalog û danûstandinan bên çareserkirin. Divê bûyerên li Rojava jî di vê çarçoveyê de bên nirxandin.”
Peyama şandeyê
Di daxuyaniyêde şandeyê ev nêrîn anîn ziman:
“Weke Lijneya Îmraliyê ya Partiya DEMê, em careke din diyar dikin ku rêbaza bingehîn a Birêz Ocalan mayîndekirina aştiyê, xurtkirina siyaseta demokratîk û demokratîkkirina Tirkiyeyê ye.
Rêya aştiyê vekirî ye. Niha dem dema wê ye ku îradeya siyasî û pratîk ji bo pêşvebirina vê rêyê bê pêkanîn.”