Îdia: Abdullah Ocalan derbarê êrişên li ser Herêma Kurdistanê axivî
RûpelNews - Medyayên Tirkiyeyê naveroka civîna dawiyê ya Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û şanda Îmraliyê belav kirin. Her çend ev agahî ne fermî bin jî, ji aliyê DEM Partiyê û şanda Îmraliyê ve nehatine redkirin.
"Êrîşên li ser Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin"
Hat ragihandin ku di beşeke axaftina xwe de, Ocalan nerazîbûna xwe ya tund li hember êrîşên Îranê û komên çekdar ên Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê diyar kiriye û gotiye: “Nabe Îran êrîşî Herêma Kurdistanê bike.” Her wiha Ocalan daye zanîn ku ew komên çekdar ên ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin ew in ên ku red dikin çekên xwe radestî dewleta Iraqê bikin.
Li gorî agahiyan, Ocalan derbarê planên Îranê de jî gotiye ku “Îran dixwaze piştî Iraqê, Sûriyeyê jî kontrol bike.”