Cîhan
Ji walîza rêwiyekî guleya topan a 165 salî derket
Li balafirgeheke li Amerîkayê, di walîza rêwiyekî de pênc guleyên topê hatin dîtin.
RûpelNews - Li Balafirgeha Navneteweyî ya Gulf Shores a li eyaleta Alabamayê karmendê walîz û çenteyan kontrol dikirin rastî dîmeneke balkêş hatin.
Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Veguhestinê dema walîzekê vekirin 5 guleyên topê yên ji serdema Şerê Navxweyî yê Amerîkayê bûn (1861–1865) dîtin.
Karmedekî got, "Min nikarîbû hemû tiştên nav walîzê bibînim, lê min ditirsiya ku dibe ku di destê min de teqemeniyeke çalak hebe."
Ya herî mezin ji pênc guleyên topê ku bi destmalên kaxezî pêçayî bû, bi qasî greyfurtê bû. Polîsan diyar kir ku guleyên topê ji Keleha Fort Morgan a nêzîk hatibûn dizîn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.