TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Li Colemergê sivanekî 18 salî bi guleya leskeran birîndar bû

📅 23 gulan 2021 10:33

PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê Bakurê Kurdistanê, piştî ku çend roj berê 2 ciwan ji aliyê leşkeran ve bi guleyan hatin birîndarkirin, şivanekî ciwan ê ku pezê xwe biribû çêrê jî bû armanca guleyên leşkeran û hat birîndarkirin.

Li gorî zanyariyan li gundê Yeşîlova yê girêdayî navçeya Rûbarokê yaColemêrgê, ciwanê bi navê Mehmet Dînç ê 18 salî bû armanca guleyên leşkeran ku pezê xwe biribû çêrê.

Parlamenterê HDPê yê Colemergê Saît Dede li ser Twitterê vîdyo dîmena birîndarbûna wî ciwanî belav kir û tê de got, Mehmet Dînç dema pezê xwe dibir çêrandinê ji aliyê leşkeran ve ji rahnê xwe hatiye birîndarkirin û got, xelkê herêmê di rewşeke awarte de dijîn û dibin armanca guleyan.

Parve bike: