TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Ji Serok Barzanî banga yekîtiyê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 20 adar 2026 16:50
Serok Mesûd Barzanî, bi mebesta cejna Newrozê peyamek belav kir û tê de bal kişand ser şertên hêsas ên herêmê û bang li alîyên siyasî kir ku yekîtî û hemahengî zêde bikin.

RûpelNews - Barzanî di destpêka peyama xwe de, li malbatên şehîdan, Pêşmergeyan û gelê Kurdistanê cejna Newrozê pîroz kir. Wî diyar kir ku Newroz ji bo gelê Kurdistanê her dem nîşana destpêkek nû û hêviyek taze bûye.

Serok Barzanî her wuha wan gelên ku Newroz wek beşek ji çand û dîroka xwe qebûl dikin jî pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe sedema aramî û kêfxweşiyê.

Barzanî di peyama xwe de got: “Newroz ji bo gelê Kurdistanê her dem nîşana destpêkek nû, hêviyek taze û serkeftinê li dijî zordaran bûye.”

Bang li yekîtîya siyasî

Barzanî bal kişand ser şertên herêmî û cîhanî û diyar kir ku ev dem demek hêsas e. Wî got ku di vî demê de pêdivî ye ku alîyên siyasî zêdetir bi hev re kar bikin û hevaheng bin.

Wî di vê derbarê de got: “Di vê demê de pêdivî ye ku alîyên siyasî zêdetir bi hev re hemaheng bin û berjewendî, aramî û ewlehiya welatê xwe biparêzin.”

Tekeziya aşitî û biratiyê

Di dawiya peyama xwe de, Barzanî bal kişand ser girîngiya aşitî û biratiyê. Wî hêvî kir ku Newroz bibe sedema zêdebûna yekîtî û biratiyê di navbera alîyên siyasî de.

Wî diyar kir ku gelên herêmê divê ji şer û tengasiyê dûr bin û di şertên aşitî û aramiyê de bijîn û peyama xwe bi peyvên “Newroza we pîroz be” bi dawî kir.

Parve bike: