Kurdistan
Serok Barzanî peyameke spasdariyê û yekîtiyê ragihand
Di peyamên ku ji bo pîrozkirina 80emîn salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û rojbûna Serok Mesûd Barzanî hatin weşandin de, spasî ji wan kesên ku pîrozbahiyên xwe şandibûn re hat kirin.
RûpelNews - Daxuyaniyeke ku ji aliyê Sekreteriya Serok Barzanî ve hat weşandin destnîşan kir ku Barzanî spasiya xwe pêşkêşî partî û kesayetiyên siyasî yên li Kurdistan û Iraqê, her wiha serokên olî, dîplomat, serokên civakî, akademîsyen, rewşenbîr û pisporên medyayê kiriye, yên ku bi rêya peyam, telefon, daxuyanî û weşanên cûrbecûr pîrozbahiyên xwe gihandibûn wî.
"Werin em ruhê yekîtiyê û biratiyê xurt bikin"
Di peyamê de hêvî hat kirin ku ev boneye bibe derfeteke nû ji bo xurtkirina ruhê yekîtiyê û biratiyê.
Serok Barzanî di peyama xwe de bang li hemû aliyan kir ku berjewendî û nirxên gelê kurd biparêzin û ji bo gelê Kurdistan û Iraqê û ji bo aştî û aramiyê li herêm û cîhanê hêvî xwest.