Ji Munîh a Almanya daxuyaniyên girîng ji Serokwezîr Mesrur Barzanî...
PeyamaKurd - Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di roja sêyem a 56emîn Konferansa Ewlehiya Cîhanî ya Munîh a Almanyayê de daxuyaniyên girîng da.
Mesrur Barzanî li ser hikûmeta nû ya Iraqê got, divê saziyên fermî yên herêma Kurdistanê nûnerên kurd di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de destnîşan bikin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civîneke çapemeniyê ya li Munîhê de destnîşan kir, taybetmendiya herêma Kurdistanê ji aliyê welatên cîhanê ve li ber çavan hatiye girtin û îsal jî hikûmeta herêma Kurdistanê bo konferansa asayîşê ya Munîhê hatiye vexwandin.
Barzanî diyar kir, “Rewşa navçeyê bi giştî bo welatan girînge. Herêma Kurdistanê jî wek karakterekî serekî yê bûyerên rojhilata navîn giring dibînin û pêşniyar û danûstanên nêrînan pêktê û heta çend em dikarin roleke çalak bo rewşa asayîşa navçeyê bigrin serxwe li ser wan danûstandin pêkhatin.”
Li ser mijara hewldanên pêkanîna hikûmeta Iraqê de serokwezîr Barzanî got: “Heta niha encam diyar nînin. Mihemed Tofîq Elawî dixwaze kabîneya xwe ava bike. Ji bo wê jî em wek herêma Kurdistanê giringe taybetmendiyên herêma Kurdistanê wek herêmeke federal li Iraqê û mafên wê yên destûrî rêz li hember bê girtin.”
Serokwezîrê Kurdistanê di berdewamê de da zanîn, “Taybetmendiyeke me ya cuda heye û me daxwaz kiriye ku nûnerên herêma Kurdistanê ji aliyê saziyên fermî yên herêma Kurdistanê ve bên destnîşan kirin.”
Mesrûr Barzanî got, di civîna li gel wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de daxwaz kiriye mafên gelê Kurdistanê li berçav bên girtin û ji bo her çareseriyekî pêşerojê de mafên Kurdistanê dive li berçav bên girtin.
Mesrûr Barzanî bal kişand ser metirsiya DAIŞê û axaftina xwe wiha dewam kir:
“Em dizanin DAIŞ hîn metirsiyekî cîdiye li navçeyê. Pêwîstî bi alîkariya hemû aliyan heye. Bi taybet jî Amerîka û hêzên hevpeyman. Li gor me DAIŞ metirsiyeke cîdî ye û mijûlê xwe rêxistin kirinê ne. metirsiya wan bo hemû navçeyê û cîhanê heye. Pêwîste danûstanên zanyariyan di navbera aliyên beşdarê hevpeymaniyê de hebe. Me daxwaz jî kiriye, ew sedemên dihêle DAIŞ serî rabike giringî jê re bê dayîn, rewşa giştî jiyanê û aboriya navçeyê û seqamgiriya siyasî ya navçeyê bê başkirin û ev yek dê alîkar be bo tinekirina DAIŞê.”