TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî: Alimên olî di doza netewî ya Kurdistanê de xwedî roleke girîng in

📅 21 îlon 2026 10:49
Di peyameke ku ji bo bîranîna salvegera damezrandina Yekîtiya Zanyarên Îslamî ya Kurdistanê hate weşandin de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku zanyarên olî di parastina doza neteweyî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de roleke girîng dilîzin.

RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di 21ê Îlonê de, Salvegera damezrandina Yekîtiya Zanyarên Îslamî yên Kurdistanê li Serokê Yekîtiyê, endamên Komîteya Rêveber û hemû endamên Yekîtiyê pîroz kir.

Di peyama xwe de, Barzanî diyar kir ku zanyarên Îslamî yên kurd, ligel xizmeta olê îslamê, di parastina doza neteweyî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê de roleke girîng û çalak lîstine.

Giringîdana li ser hevjiyanê

Mesrûr Barzanî herwiha hêviya xwe anî ziman ku zanyarên olî dê hewldanên xwe bidomînin ji bo xurtkirina têgeha nermbûnê, bihêzkirina çanda hevjiyanê di navbera civakên cuda yên li Kurdistanê de û têkoşîna li dijî îdeolojiyên tundrew.

Parve bike: