Serokwezîr Barzanî: Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê şermezarî ye
RûpelNews - Serokwezîr Mesrûr Barzanî beriya bidawîbûna mîsyona koalîsyona bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê û vekişîna leşkerên amerîkî ji welêt, ji Financial Times re axivî.
Barzanî destnîşan kir ku vekişîn di demek pir hestiyar de ji bo Herêma Kurdistanê pêk tê û diyar kir ku herêm li hember êrîşên mûşekî û dronan ên ji Îranê bê parastina hewayî ya têr e.
Barzanî got, "Gef rasteqîn e. Em di bin xeterê de ne û rastî êrîşan tên" û tekez kir ku divê DYA sîstemeke parastina hewayî bide Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr Barzanî got, "Cihê şermezariyê ye ku em niha bêyî sîstemeke parastinê ya guncaw bi tenê tên hiştin."
"Îran vê herêmê wekî hedefeke rewa dibîne"
Barzanî got ku heta pevçûna di navbera DYA û Îranê de berdewam be, Herêma Kurdistanê dê di bin metirsiya êrîşê de bimîne.
Derbarê nêzîkatiya Îranê de, Barzanî got, "Îran bawer dike ku dijminên wê li vê herêmê ne û ji ber vê yekê wê wekî hedefeke rewa dibîne."
Herêma Kurdistanê ne tenê mazûvaniya leşkerên amerîkî û şirketên enerjiyê yên biyanî dike, lê di heman demê de mazûvaniya komên opozîsyona kurdên Îranê jî dike. Îran van koman bi hevkariya bi welatên Rojava û Îsraîlê re tawanbar dike.
Ji destpêka şer ve, herêm bûye armanca gelek êrîşên mûşekî û dronî yên ji aliyê Îranê û komên çekdar ên alîgirê Îranê yên li Iraqê ve. Di Tebaxê de, ofîsa Barzanî jî di êrîşeke dronî de hatibû hedefgirtin; rayedarên Herêma Kurdistanê diyar kiribûn ku êrîş ji axa Îranê hatibû meşandin. Lêbelê, Îranê her cure têkiliya xwe bi êrîşê re înkar kir.
Daxwaza sîstemeke parastina hewayî ji DYAyê
Barzanî kêmasiya şiyanên parastina hewayî yên Herêma Kurdistanê wek yek ji kêşeyên wê yên bingehîn ên ewlehiyê bi nav kir.
Barzanî, ku tekez kir ku ew bi salan e hevalbendên DYAyê ne, got ku divê Washington berî vekişîna ji herêmê, sîstemeke parastinê li pey xwe bihêle ku bikaribe Herêma Kurdistanê li hember êrîşên mûşekî û dronî biparêze.
Barzanî got, "Em hevpeymanên DYAyê ne. Em hevpaymanekî serbilind ê DYAyê ne" û anî ziman ku valahiya ewlehiyê ya ku dibe ku piştî vekişîna hêzên amerîkî derkeve holê, ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê lê herwiha ji bo herêma berfirehtir jî dikare bibe sedema encamên giran.
Vekişîna sala 2011an bi bîr anî
Barzanî herwiha vekişîna leşkerên DYAyê ji Iraqê di sala 2011an de di dema rêveberiya Barack Obama de bi bîr anî.
Barzanî, ku amaje pê kir valahiya ewlehiyê ya piştî wê vekişînê rê li ber bilindbûna DAIŞê vekir, hişyarî da ku rewşeke bi heman rengî dikare dubare bibe.
Serokwezîr got ku eger rewşa ewlehiyê dîsa xirab bibe, dibe ku civaka navneteweyî neçar bimîne ku ji bo vegerandina aramiyê vegere herêmê:
"Eger rewşa ewlehiyê xirab bibe, dibe ku ji civaka navneteweyî were xwestin ku ji bo vegerandina aramiyê vegere herêmê. Lêbelê, ew dikarin niha vê yekê bikin, bêyî ku li bendê bimînin ku rewş hê xirabtir bibe."
Mîsyona koalîsyona navneteweyî ya bi pêşengiya DYAyê li Iraqê biryar e di 30ê Îlonê de bi dawî bibe. Gotinên Barzanî, beriya vê demajoyê, fikarên derbarê kapasîteyên parastina hewayî yên Herêma Kurdistanê de, bi taybetî li dijî êrîşên mûşekî û dronî yên ji Îranê, anîne rojevê.