TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ji bo CHPê rojeke krîtîk: Kî dê di komcivînê de biaxive?

📅 09 hezîran 2026 09:27
Nîqaşa serokatiyê ya di nav Partiya Gel a Komarî (CHP) de, ku piştî biryara dadgehê ya li ser pêvajoya kongreya partiyê dest pê kiribû berdewam dike. Kesên nêzîkî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokê Koma CHPê Ozgur Ozel geşedanan dişopînin û berê xwe dane Parlementoyê.

RûpelNews - Mijara herî zêde di derdorên partiyê de tê nîqaşkirin ew e ku dê kî di komcivînê de biaxive. Aliyên Kemal Kiliçdaroglu, yê ku piştî biryara dadgehê ragihand ku wî erkê serokatiya partiyê girtiye ser xwe, dibêje ku mafê axaftinê di civîna koman de aîdî serokê partiyê ye. Lêbelê, Ozgur Ozel û serokatiya partiyê ya niha diyar dikin ku serokatiya hilbijartî ya CHPê di posta xwe de berdewam e û dê Ozel serokatiya komcivînê bike.

Helwesta parlamenteran dê biryarder be

Tê nirxandin ku helwesta parlamenteran dê di çareserkirina nakokiya di nav CHPê de roleke girîng bilîze. Kîjan parlamenter beşdarî civîna komê dibin û pêkhateya civata li salona civînê, wek nîşaneyên sereke yên hevsengiya hêzê ya di nav partiyê de tên dîtin.
Çavkaniyên partiyê diyar dikin ku nûnerên her du aliyan dê îro li Patlementoya Tirkiyeyê amade bin, di heman demê de tê payîn ku peywendî heta deqeya dawî berdewam bikin.

Dê di saet 13:30 de çi biqewime?

Di derdorên siyasî de senaryoyên cuda tên nîqaşkirin. Her çend egera lidarxistina civîneke yekane ya koman heke alî bigihîjin lihevkirinekê di rojeva de be jî, tê destnîşankirin ku heke lihevkirinek çênebe, dibe ku nîqaşeke giştî derkeve. Lêbelê, di nav serokatiya CHPê û Meclîsê de hewl tên dayîn ku pêşî li egera her tengezariyekê bê girtin.


 

Parve bike: