TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Gelo dê roja Sêşemê di civîna koma CHPê de Kiliçdaroglu an jî Ozel biaxive? 

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 05 hezîran 2026 16:59
Ev demek bû dihate meraqkirin gelo dê roja sêşemê di komcivîna CHPê de Kemal Kiliçdaroglu an jî Ozgur Ozel biaxive. Bersiva vê pirsê hat dayîn. Berdevkê CHPê Muslim Sari got, dê di komcivîna CHPê de Kiliçdaroglu biaxive.

RûpelNews - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu dê roja Sêşemê beşdarî civîna koma partiya xwe ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) bibe û axaftinekê bike.

Kiliçdaroglu piştî ku vegeriya, yekem car serokatiya civîna Lijneya Rêveber a Navendî kir

Piştî civîna Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya CHPê ku bi serokatiya Kiliçdaroglu pêk hat, berdevkê partiyê Muslîm Sari diyar kir ku Kiliçdaroglu dê wek serokê partiyê beşdarî civîna koman bibe û axaftinekê bike. Sari got, "Biryara me teqez e."

Kiliçdaroglu berê bersiva pirsa rojnamevanan a "Em ê we di Civîna Koma CHPê de bibînin?" dabû û gotibû "Bêguman".

Di vê navberê de, hat ragihandin ku Lijneya Disîplînê ya Bilind a CHP'ê (YDK) hin biryarên derxistina endaman ên ku di dema berê de hatibûn dayîn betal kirine, û bi vê yekê rê ji bo vegera kesayetiyên wekî Berhan Şîmşek, Bariş Yarkadaş, Gursel Tekîn û Lutfu Savaş bo partiyê hatiye vekirin.

Sari, diyar kir ku dê biryarên dûrxistinê li gorî her dozê ji nû ve bên nirxandin û derbarê her pêvajoyeke ku neheq were dîtin de dê gavên pêwîst bên avêtin.

Parve bike: