Jiyan
Ji Amerîkayê biryara daxistina konsûlxaneya Rûsyayê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezareta Derve ya Amerîkayê biryar da ku xebatên konsulxaneya xwe ya li Rûsyayê bi awayekî demkî bide rawestandin û Kongreya Amerîkayê jî ji 10ê Kanûnê ve bi vê hatiye agahdarkirin.
Hat zanîn ku piştî êrîşa sîber a hejmarek sazî û kompaniyên Amerîkayê ku wezaretên Amerîkayê jî di nav de ne, ev biryar hatiye standin.
Ji vê êrîşa hackeran Rûsya û Çîn têne tohmetbarkirin.
Li gorî nûçeya CNNê Wezareta Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, biryar piştrast kiriye, lê diyar kiriye ku hîn ew biryar nehatiye bicihanîn.