Îsraîlê li Lubnanê kelha dîrokî bi dest xist
RûpelNews - Wezîrê Bergirî yê Îsraîlê Israel Katz li ser pêşketin artêşa welatê xwe li Rojhilata Navîn daxuyanî da.
Katz ragihand ku artêşa wan li herêma Nebatiye ya li başûrê Lubnanê kelha dîrokî ya Beaufort bi dest xistin. Li gor gotina Katz bidestxistina vê kelhê ku cîheke strajîk e ji bo ji bo ewlehiya hêzên wan gelek girîng e.
Katz da zanîn ku e operasyoneke veşartî bû, pevçûn li herêmê car carna rû didin armaca wan operasyonan têkbirina Hizbullahê ye.
Medyaya Îsraîlê jî wêneyê ala Îsraîlê ya ku li ser kelhê hat bilindkirin nîşan da.
Ji hêla Lubnan an Hîzbullahê der barê mijarê de daxuyaniyekê nehat dayîn.
Girîngiya kelhê
Dema şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê dest pê kir, Hîzbûllahê jî di ser vê kelhê re êrîşên bi moşek li dijî Îsraîlê pêk anî bû vê kelhê li dijî Îsraîlê wek cîhê operasyonan bi kar anî bû. Şikestina hêzên Hîzbullahê yên li vê kelhê nîşan dide ku artêşa Îsraîlê operasyonên xwe ber bi başûrê Lubnanê ve berfirehtir dike.