Îsraîlê beriya agirbestê êrîş li 8 pirên stratejîk ên li Îranê kir
RûpelNews - Beriya dema nêzîkbûn agirbestê ya di navbera Amerîka û Îranê de were ragihandin Îsrailê êrîş bir ser gelek cîh û warên girîng ên li nav Îranê.
Çavkaniyên ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKI) ragihandin ku, tenê çend saet beriya ragihandina peymana agirbesteke demkî di navbera Tehran û Washingtonê de, Hêzên Hewayî yên Îsraîlê gelek êrîşên hewayî yên dijwar pêk anîn û binesaziya li Îranê kirin hedef.
Di van êrîşan de, 8 pirên stratejîk ên ku ji bo veguhestina alavên leşkerî dihatin bikaranîn, hatin wêrankirin.
Ji bilî piran, gelek cihên din ên girîng jî bûn hedef, di nav de pirê rêhesinê ya Yahya Abad li Kashanê, baregehên leşkerî û ewlehiyê li Karaj, Ahvaz û Abadanê, û tesîsên petrolê yên li Girava Harkê jî hene.
Ji ber êrîşan karê veguhestin û çûnûhatinê ketin tengasiyê, xizmetên trênê li Meşhed û gelek deverên din ên Îranê hatin rawestandin.
Di heman demê de, rayedarên Îranê piştrast kirin ku gelek navendên ragihandinê û torên veguhestinê li seranserê parêzgehên cuda ketine ber êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Amerîka û Îsraîlê, û hat îdiakirin ku ev êrîş ji bo ferzkirina hin şertan bûn, hema berî ku agirbest bikeve meriyetê.