Îsraîl: Armancên li Îranê ji bo lêdanê amade ne
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke artêşa Îsraîlê, Sererkan Eyal Zamir, ligel berpirsên payebilind ên leşkerî, li bajarokê Hiyam a li başûrê Lubnanê serdanek kirin û nirxandin pêk anîn.
Hat ragihandin ku Zamir ji berpirsên leşkerî yên li herêmê agahdarî wergirtine û derbarê rewşa li ser erdê nirxandin kirine.
Di daxuyaniya xwe de, Zamir destnîşan kir ku Îsraîl bi hevkarî û hevahengiya artêşa Amerîkayê tevdigere. Zamir, diyar kir ku ew ji nêz ve geşedanên li herêmê dişopînin, her wiha amadekariyên leşkerî yên derbarê Îranê de jî anî ziman.
Zamir, tekez kir ku li Îranê "gelek hedef amade ne ku bên lêdan", got ku ew ji bo ji nû ve destpêkirina êrîşên li dijî Îranê di hişyariyeke bilind de ne.
Daxuyaniya derbarê operasyonên li Lubnanê
Zamir, di derbarê çalakiyên artêşa Îsraîlê yên li Lubnanê de, diyar kir ku ji 2yê Adarê ve di çarçoveya êrîşên berfireh de zêdetirî 2 hezar endamên Hizbulahê hatine hedefgirtin.