IRNA: Di êrîşa li ser dibistanekê de 51 zarok mirin
RûpelNews - Li gorî raporeke televîzyona dewleta Îranê, heta niha di êrîşa Amerîka-Îsraîlê de ku li ser "Dibistana Seretayî ya Keçan a Şecarat el-Tayyiba" ya li bajarê Minabê, li parêzgeha Hurmuzgan a başûr, hatiye kirin, 51 xwendekarên keç jiyana xwe ji dest dane.
Parêzgarê Navçeya Minabê Mihemed Radmehr îdia kir ku dibistan rasterast hatiye hedefgirtin û di êrîşê de gelek xwendekaran jiyana xwe ji dest dane.
Nexweşxaneyên li Tehranê di amadebaşiyê de ne
Hossein Kermanipur, berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ragihand ku piştî dengê teqînan nexweşxaneyên li paytexta Tehranê ketine amadebaşiyê.
Fermangeha Giştî ya Ewlekariyê ya Îranê jî ragihand ku rewş di bin kontrolê de ye û bang li welatiyan kir ku her çalakiyeke gumanbar ragihînin.
Dibistanên li Îranê heta agahiyeke nû hatin girtin.
Banga "xweragirtinê" ji bo gel
Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê derbarê êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser welêt daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Îsraîl û DYAyê careke din li dijî yasaya navneteweyî û di dema ku danûstandin berdewam dikin de êrîşî welatê me kirine" û ji gel hat xwestin ku aram bimînin û li gorî şert û mercên heyî rêwîtiyên xwe yên di navbajar û di navbera bajaran de birêve bibin.
Wezaretê her wiha diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên pêşbîn Navendeke Rêveberiya Qeyranê ya Neteweyî hatiye damezrandin.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê, IRNA, jî yekem bultena agahdariyê ya ku ji aliyê Konseya Agahdariyê ya Hikûmeta Îranê ve hatibû weşandin, belav kir.