Cîhan
Îranê ava rûbarê Zê ya biçûk ji ser Herêma Kurdistanê birî
PeyamaKurd – Dewleta Îranê ava rûbarê Zê ya biçûk ku ji bajarê Rojhilatê Kurdistanê ji Serdeştê diçe nav axa başûrê Kurdistanê û bajarên Herêma Kurdistanê bajarên Pişder û Qaladizê ava vexwarinê jê bidest dixin, birî. Îran gelek caran ava Zê ya biçûk dibire û bajarên Pişder û Qaladizê bê av dimînin. Îran dibêje ku ji ber avakirina barajê avê biriye lê hemwelatî jê re bertek nîşan dan.
Rêvebirên ‘proja Ava Xas’ jî piştrast kirin ku rêvebiriya Îranê avê biriye û wêneyan belavkirin. Bi weşana wêneyan re weha gotin:
“Tê dîtin ku pêşiya ava Zê ya biçûk ku ava vexwarinê dide Qaladizê, hatiye girtin. Ava Zê çavkaniya hundir ya Herêma Kurdistanê ye.”
Ava Xabûr, Zê ya Mezin, Zê ya Biçûk û Sîrwan avên herêmê yên herî girîngin.