Rojhilata Navîn
Îran: Hinardekirina petrola me temamî hat qûtkirin
Rêveberê Banka Navendî ya Îranê Abdulnasir Himmeti ragihand ku hinardekirina petrola welatê wan bi temamî hatiye qutkirin.
RûpelNews - Rêveberê Banka Navendî ya Îranê Abdulnasir Himmeti ji televîzyona dewleta Îranê re axivî.
Himmeti bal kişand ser gemaroya Amerîkayê ya l ser Tengava Hurmuzê û got: Ji ber vê gemaroyê em nikarin petrola xwe hinarde bikin. Hinardekirina nefta me temamî hat qûtkirin.
Himmeti got: "Dema em bi Qeterî an jî Iraqî re diaxivin, ew ji me re dibêjin ku hinardeyên wan daketine sifirê. Di dawiyê de, heman tişt ji bo me jî derbasdar e, em qet petrol hinarde nakin. Ev rastî ye, lê me ev yek pêşbînî kiribû. Amerîka pêşî li me girt." (AA)