TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Eger zext bidome em dê hinardekirina neftê asteng bikin

📅 24 tebax 2026 14:29
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariyê ya Îranê Muhsin Rezai ragihand ku eger Amerîka zextên aborî li ser welatê wî bidomîne, ew ê hinardekirina petrolê ji herêma Kendavê bi temamî asteng bikin.

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ragihandibû wan operasyoneke nû ya aborî daye destpêkirin ku armanca wê têkbirina darayî ya Îranê ye û bang li hevalbendên xwe kiribû ku tevlî vê pêvajoyê bibin.

Hikûmeta Tehranê jî li dijî axaftina Trump daxuyaniyekê belav kir.

Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariyê ya Îranê Mohsen Rezai, di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, li dijî gavên aborî yên Amerîkayê gefa astengkirina hinardekirina neftê ya di ser Kendav û Hurmuzê xwar.

Rezai got: "Eger şerê aborî bidome, ji Tengava Hurmuzê an jî ji Kendavê dê dilopek petrol jî neyê hinardekirin."

Rezai di daxuyaniya xwe de hişyarî da welatên sêyemîn û destnîşan kir ku ew ê tevlêbûna dewletên din di vê operasyona aborî ya bi pêşengiya DYA de wekî daxuyaniyeke rasterast a şer li dijî Îranê bihesibînin.
 

Parve bike: