TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Amerîka: Bi Îranê re danûstandin nîn e, zextên me dê bidome

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 27 tebax 2026 20:05
Washingtonê diyar kir ku di navbera Amerîka û Îranê de ji bo bidawîkirina şer ti danûstandin pêk nehatin û destnîşan kir ku zexta aborî ya li ser Tehranê berdewam dike.

RûpelNews - Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt diyar kir ku niha di navbera Amerîka û Îranê de ti danûstandinên ji bo bidawîkirina şer nîn in.

Leavitt di hevpeyvîna xwe yabi Fox News re destnîşan kir ku armanca sereke ya Serokê DYA Donald Trump ew e ku rê li ber bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bigire û lê zêde kir ku Washington ji bo pêkanîna vê armancê zextên leşkerî û aborî zêde dike.

Leavitt got: "Niha ti danûstandin nîn in. Ev rewş dê heta ku Serok bawer neke ku Îran bi rastî amade ye ku were ser maseyê, bidome."

"Operasyona leşkeri jî yek ji planên me ye"

Leavitt amaje bi berdewamiya ambargoya deryayî ya li dijî Îranê kir û da zanîn ku eger Îran ber bi çareseriyeke bi danûstandin ve neçe, dê rûbirûyî encamên giran bibe. Berdevka Qesra Spî diyar kir ku operasyona leşkerî jî di nava planên wan de ne. Van daxuyaniyan bi awayekî zelal nîşan dan ku aloziyên di navbera her du welatan de hîn ji çareseriyeke dîplomatîk gelekî dûr in.

 

Parve bike: