TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran gotina xwe got: Em muzakereyê nakin

📅 21 tîrmeh 2018 19:40

PeyamaKurd- Serokê ayînî yê Îranê aeyetullah Alî Hamaney bo rûniştina ser masa hevdîtinê bi Amerîka re gotina xwe got. Hamaney:

“Mirov bi soza Amerîkayê û bi îmza wê bawerî nikare bîne. Bi vê sedemê fêda muzakereyê bi Amerîka re nîne.”

Hamaney di dema ku xebatkarên wezareta karên derve û balyozên Îranê qebûl kir de axifî û got ku xetaye mirov bi Amerîka re pêwendiyên dîplomatîk deyne.

Hamaney ragihand ku pisgirêka Amerîka esas bi qaîde û prensîbên Îranê re ye. Lê bi eksa Amerîka mirov dikare bi Awrûpa re hevdîtinan bike.

Hamaney di mijara Buhira Hurmizê de got ku ew li pişt gotina Hesen Rûhanî ye û destekê dayê. Gotina Rûhanî ya di derbarê HUmizê de weka siyaseta derve ya Îranê binav kir.

Parve bike: