Mijarên sereke yên ku Amerîka û Îran li ser li hev nakin
RûpelNews - Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA, Tehranê bersiva xwe ya ji bo pêşniyara Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi rêya Pakistanê ragihand.
Nûçeyên di çapemeniya Îranê de diyar kirin ku pêşniyara Washingtonê wekî "teslîmiyeteke li hember daxwazên zêde yên rêveberiya Trump" tê dîtin û ragihandin ku pêşniyar hatiye redkirin.
Pêşniyara berevajî ya Îranê daxwazên rakirina dorpêçên DYAyê ya li ser Tengava Hurmizê, rawestandina êrîşan li hemû eniyan, peydakirina garantiyeke ne-dagirkeriyê, û rakirina cezayên petrolê di nava 30 rojan de li xwe girt. Wekî din, dayîna qerebûya şer ji aliyê DYAyê ve û naskirina serweriya Îranê ya li ser Tengava Hurmizê jî di nav daxwazan de cih girtin.
Di vê navberê de, çapemeniya Amerîkayê ragihand ku Îranê pêşniyar kiriye ku li hember rakirina dorpêça deryayî, Tengava Hurmizê gav bi gav ji bo çûnûhatina bazirganî ji nû ve veke. Hat ragihandin ku Tehran amade ye ku çalakiyên xwe yên dewlemendkirina uranyûmê bi awayekî demkî rawestîne, lê red kir ku binkeyên xwe yên atomî bigire.
Trump: Nayên qebûlkirin
Serokê DYAyê Donald Trump pêşniyara Îranê wekî "bi temamî nayê qebûlkirin" bi nav kir. Trump diyar kir ku wî bersiva hikûmeta Îranê "bêqîmet" dît û îşaret da ku eger lihevkirinek çênebe, dibe ku operasyonên leşkerî werin berfireh kirin.
Trump her wiha diyar kir ku çalakiyên atomî yên Îranê ji nêz ve tên şopandin û eger pêwîst bê dîtin, ew dikarin destwerdanê bikin.
Bersiva Tehranê: Armanca me ne kêfxweşkirina Trump e
Lêbelê, aliyê Îranê bersiva gotinên Trump da û diyar kir, "Armanca me ne kêfxweşkirina Trump e."
Tê ragihandin ku Îsraîl jî di vê pêvajoyê de roleke girîng dilîze. Tê îdiakirin ku Serokwezîrê Îsraîlê Bemjmîn Netanyahu ji Waşîngtonê re ragihandiye ku heger Îran bi temamî bernameya atomî betela neke ew ê ti peymanekê qebûl nekin.
Dorpêç berdewam dike
Hatiye ragihandin ku Hêza Deryayî ya DYAyê heta niha gelek keştiyên bazirganî yên ber bi benderên Îranê ve diçûn, ber bi rêyên cuda ve zivirandine û karê hin keştiyan jî rawestandiye.
Di vê navberê de, Wall Street Journal ragihand ku gera nû ya danûstandinan dibe ku hema di hefteya bê de li Îslamabadê, paytexta Pakistanê, dest pê bike.