Cîhan
Agirbesta Amerîka û Îranê: Xalên sereke çi ne?
Hate ragihandin ku agirbesta demkî ya ku di navbera Amerîka û Îranê de li ser li hev kiribûn dê li gorî hin şertan were cîbicîkirin.
RûpelNews - Li gorî daxuyaniyên aliyan, hêmanên sereke yên agirbestê wiha ne:
• Tê plankirin ku agirbest 15 rojan bidome
• Tê payîn ku agirbest di 10ê Nîsana 2026an de dest pê bike
• Dê Tengava Hurmûzê ji bo çûnûhatina deryayî were vekirin
• Dê operasyonên leşkerî ji her du aliyan ve bên rawestandin
• Dê danûstandin li Îslamabadê bên kirin
• Armanc ew e ku heta dawiya heyamê lihevkirineke berfireh were bidestxistin
Aliyê Amerîkî vekirina ewle ya Tendava Hurmuzê wekî yek ji şertên herî krîtîk ên agirbestê destnîşan kiriye, lê Îranê diyar kiriye ku derbasbûn dê ji aliyê hêzên wê yên çekdar ve bi awayekî hevrêzkirî û kontrolkirî were hêsankirin.