Rojhilata Navîn
Piştî agirbesta Amerîka û Îranê yekem keştî ji Hurmuzê derbas bû
Medya Îranê ragihand ku keştiya yekem ji Tengava Hurmuzê derbas bû.
RûpelNews - Li gorî daneyên şîrketa şopandina keştiyan a rasteqîn MarineTraffic, piştî agirbestiya du hefteyî ya ku di navbera Amerîka û Îranê de hatibû ragihandin, liv û tevgera li Tengava Hurmuzê jî dest pê kir.
Keştiya barhilgir a bi ala Lîberyayê, Daytona Beach, bi dema Hewlêrê saet 08:28'an de ji bendera Bandar Ebbas a Îranê derket û di saet 09:59'an de ji tengavê derbas bû.
Keştiya ku niha li Kendava Omanê ye, ber bi Bendera Fujairah a li Îmaratan ve diçe.
Keştiya barhilgir a Yewnanî NJ Earth jî di saet 11.44an de ji Tengava Hurmuzê derbas bû.