Îran: “Di warê berevanî û mosekî de em bi tu kesî re muzakereyê nakin”
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Komara Îranê Muhemed Baqir Nobext ragihand, ku Îran di warê mijarên berevanî û moşekiyê de eşkere radighîne ku naxwaze bi tu kesî re muzakereyê bike.
Hat ragihandin ku Muhemed Baqir Nobext, di civîna çapemeniyê de bal kişand ser vê yekê: “Komara Îslamî ya Îranê dê nehêle ku tu welatek jêre hed û sînoran kivş bike.” herwiha diyar kir: ”Ma Îran ji Fransa, Emerîka û welatên din re dibêje ku hed û asta çekên we divê çi qasî be ku ew bixwazin ji Komara Îslamî ya Îranê re bibêjin.”
Hevhatina navokî navbera Îranê û Koma 5+1` ê ji Çilla 2016` an cih hatiye lê Amerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim ser riya cihanîna rêketinnama navokî astengiyan derdixîne.
Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump li gor qanûna kongirê heya 12 Gulana 2018an derfet heye ku li bara dewama rawestandina boykotên navokî yên Îranê biryarê bide.
Herwiha rayedarên Îranê tekez li ser vê yekê dikin ku ji bo derketina muhtemel a Amerîkayê ji rêketinnama navokî amade ye û alternatîfên curbicur ji bo dayîna bersiva vê kiryara Amerîakyê hene.