TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran: Emê serê Amerîka bikin heta ku wan ji Iraqê derxin

📅 14 rêbendan 2020 20:44

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Destnîşankirina Berjewendiyên Îranê Muhsîn Rizayî di civîneke rojnamevanî de, gef li Amerîkayê xwar û got ku ew dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe.

Rizayî îdia kir ku ew destê xwe naxin nav karên Iraqê û tenê dixwazin Iraq bibe welatekî serbixwe û di berdewamê de jî wiha got:

“Emê li dijî Amerîka şer bikin heta ku tevahiya hêzên Amerîkayê ji Iraqê û Rojhilata Navîn derxînin.”

Rizayî ev daxuyanî dema beşdarîya merasîma şîna Qasim Sulêymanî û Ebû Mehdî Mihendis dan û herwiha diyar kir ku ne rast e ku Îran destwerdana karên navxwe yê Iraqê dike.

Parve bike: