TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê hatiye damezrandin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 19 gulan 2026 21:20
Komeke ku veqetandina xwe ji Platforma Neteweyî ya Kurd ragihand, diyar kir ku wan pêvajoyeke nû dest pê kiriye, û îdia kir ku platform li gorî rojeva avahiyeke siyasî ya taybetî hatiye çêkirin ne li gorî zemîneke neteweyî ya hevpar.

RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku wan weşand, koma ku ji Platforma Neteweyî ya Kurd veqetiya diyar kir ku komeke siyasî ya taybetî bûye hêza rêber di nav platformê de, û rexneyên li ser rejîmê û 'projeyên Apoîst' têne astengkirin, û sedemên veqetandina xwe bi raya giştî re parve kirin.

Daxuyaniya komê, ku xwe wekî 'Înîsiyatîfa Neteweyî ya Kurdistanê' bi nav dike, wiha ye:

JI RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ RA

​Konferansa Platforma Neteweyî ya Kurd a di 28-29'ê Adarê da li dar ket hêvîyeke mezin peyda kiribû ji ber alîyên cuda yên derdorên siyasî yên Kurd li ser zemîneke neteweyî ya hevpar anîn cem hev. Ev konferansa ku 225 rewşenbîr û çalakvanên sîyasî yên Kurd ji dîtinên cuda lê beşdar bûn, ji bo avakirina vîna neteweyî ya hevpar û piralî ku ev salên dirêj bûn hewcedarî pê hebû, wekî gaveke giranbiha dihat dîtin. Lê belê pêvajoya piştî konferansê pirsgirêkên giran bi xwe ra anîn ku zerarê didin van hêvîyan. Bi demê ra di nav platformê da helwdanên grûbeke sîyasî eşkere bûn ku dixwest berê platformê li gorî rojeva xwe ya sîyasî dîyar bike. Di demekê da ku piranîya delegeyan konferans wekî pêvajoya avakirina platformeke neteweyî dinirxand, grûba navborî heman pêvajo wekî zemîna avakirina partîyeke sîyasî didît.

​Nîşaneya herî eşkere ya vê nêzîkbûnê ew bû metneke nêzîkî du sal berê ji bo pêkhateya siyasî ya bi navê “Dêstpêka Nû” hatibû amadekirin wekî danezana encamnameya konferansê pêşkêşî raya giştî kirin. Bi vê yekê ra wan nexwest nîqaşên di konferansê da hatin kirin, nêrînên hatin derbirîn û biryarên ku hatin girtin bigihîje ber raya giştî. Wan metneke ku vîna hevpar a delegeyan temsîl nake belav kir.

​Wekî nûnerên platformê, me daxwaz kir ev şaşî bê sererastkirin. Lê belê daxwazên me bêbersiv hatin hiştin. Li ser vê yekê, li gorî qeydên konferansê reşnivîsa encamnameyeke nû hate amadekirin. Lê vê carê jî li dijî wan rexneyên di metnê da derketin ku li ser polîtîkayên rejimê û li ser projeyên tevgera apoyî bûn. Wekî hincet jî îdia kirin ku ev îfadeyên navborî wê platformê bi van derdoran ra bîne pêşberî hev.

​Nîqaşên qewimîn nîşan da ku grûba navborî ne tenê meyildar e ku platformê veguherîne pêkhateyeke siyasî, di heman demê da nêzîkbûneke siyasî dipejirîne ku mesafeyeke zelal naxe navbera xwe û rejimê û hevkarên rejimê. Li gel vê, di dirêjahiya pêvajoyê da bi eşkereyî hate dîtin ku li hemberî hewldanên ji bo hevgirtina hêzên neteweyî jî helwesteke sar û dûr hatiye nîşandan.

Tevî hemû îtîrazên me jî danezana encamnameyê ku nêrînên delegeyan tenê di asteke sînordar da nîşan dida piştî çend hefteyan karibû bê weşandin. Tevî vê yekê jî, ji bo ku em têkiliya xwe ya bi hevalên dilsoz û xwedî hestiyariyên neteweyî ra bimeşînin em di nav platformê da man.

​Lê rojên piştî wê wan şêwaza xebatê yê di nav platformê da bi tevahî ji rêbazên demokratîk dûr xist. Meclîs bêfonksîyon hate hiştin, astengî li ber derbirîna nêrînên cuda hate danîn û hin hewldan xuya bûn ew dixwazin platformê bixin bin kontrola derdoreke teng. Pêşnîyazên me yên ji bo nîqaşkirina pirsgirêkan li ser zemîna meclîsê jî bi şertê îstifakirina rêveberîyê  bi cîh hat. Di civîna dawî da, dema em li benda nîqaşkirina babetên li ser pîvanên xebata hevpar û girtina biryaran bi rêya konsensûsê (lihevhatinê) bûn, lîsteyeke amadekirî ya rêveberiyê li ser platforma me hat ferzkirin. Bi vî rengî, bi eşkereyî derket holê ku li şûna têgihîştina platformeke piralî ya li ser bingeha aqilê hevpar, tê xwestin têgihîştina rêveberîyeke yekalî  bibe serdest.

Ji ber van hemû sedeman, em gihîştin wê qenaetê ku di nav platforma heyî da êdî ne pêkan e em bi xwedîyên vê têgihîştinê ra bimeşin. Ji ber vê yekê, wekî nûnerên platformê yên  navên wan li jêr nivîsandî, em rêya xwe vediqetînin û em biryardarîya xwe ya ji bo domandina xebatên xwe yên li ser bingeha mafên kolektîv ên miletê Kurd, vîna nûneratîya demokratîk û perspektîfa yekîtîya neteweyî di bin sîwana banekî nû da, bi rêzdarî ji raya giştî ya Kurdistanê ra radigihînin. Di vê pêvajoyê da em spasdarên her kesê/î ne ku bi dilsozî ked dane û tevkarî kirine û em careke din destnîşan dikin ku ji bo paşeroja hevpar a miletê Kurd lêgerîna yekîtîyeke neteweyî ya demokratîk, piralî û rasteqîn grîngbûna xwe didomîne.

‘’Em hêvî dikin li ser binyada sereta û prensîbên neteweyî yên miletên azad bi pêkhateyên neteweyî yên heyî ra û bi yên siberojê ra werin ba hev.’’

​Bi rêzdarî!

​Înîsîyatîva Neteweyî ya Kurdistanê

​Aryan Serhad

​Aydın Roni Dere

​Diyax Polat

​Hasan Doğan

​Havzullah Kutum

​Hüsamettin Turan

​Kadir Satık

​Medeni Duran

​Mesut Tokay

​Oruç Sural

​Serhad Rohat

​Sevgi Çelik

Şêrê Doşebîya

​Vahdet Daş

​Welat Kılıçaslan

Zozan Bakurî

Parve bike: