Rojhilata Navîn
Şandina elektrîkê ji Herêma Kurdistanê bo Iraqê hatiye rawestandin
Wezareta Elektrîkê ya Iraqê ragihand ku şandina elektrîkê ji Herêma Kurdistanê bo parêzgehên din ên welêt ji ber aloziyên leşkerî û metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê bi tevahî rawestiyaye.
RûpelNews - Li gorî Rudawê, Berdevkê Wezareta Iraqê Ehmed Mûsa Abadî diyar kir ku ji destpêka şerê di navbera Amerîka û Îsraîl û Îranê de, ti herikîna enerjiyê ji Herêma Kurdistanê bo Iraqê ne mimkun e.
Abbadî got ku berî şer, hikûmeta Iraqê rojane bi navînî 1200 megawat elektrîkê ji şîrketên taybet ên herêmê kirî û ev enerjî ji bo tora neteweyî dihat şandin.
Wî diyar kir ku ev mîqdar carinan digihîşt 1800 megawat, lê di şert û mercên heyî de, ev pêvajo bi tevahî rawestiyaye.
Rayedarê Iraqî tekez kir ku bêîstîqrarî û metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê veguhestina enerjiyê felç kiriye, lê ti dîrokek nedaye ka şandin kengê dê ji nû ve dest pê bike.