TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îmarat: Êrîşên li dijî Herêma Kurdistanê terorîstî bûn

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 adar 2026 19:24
Îmaratê bi tundî ew êrîşên ku ji aliyê Îranê ve li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin şermezar kirin û wek êrîşên terorîstî bi nav kir.

RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya Wezareta Derve ya Îmaratê de hat gotin: "Em êrîşên mûşekî yên bêsedem ên Îranê, yên ku du baregehên leşkerî li Herêma Kurdistana Iraqê kirine armanc û bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna gelek Pêşmergeyan, bi tundî şermezar û mehkûm dikin."

Di daxuyaniyê de tekezî hat kirin ku êrîş nûnertiya tûjbûneke xeternak û binpêkirina prensîbên hiqûqa navneteweyî dikin û wiha hat gotin

"Wezaret dubare dike ku Îmarat bi temamî piştgiriya xwe ji Komara Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nîşan dide û piştgiriyê dide hemû tedbîrên ku armanca wan misogerkirina ewlehiyê, parastina welatiyan û parastina aramiyê ye."

Wezaretê her wiha diyar kir: "Sersaxî û hevxemiya xwe ji malbatên şehîdan, hikûmet û gelê Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji ber vê êrîşa giran radigihînin û ji birîndaran re jî hêviya şîfayê dixwazin."

Di êrîşeke mûşekî ya balîstîk de ku ji aliyê Îranê ve li ser baregeheke Pêşmergan a li nêzî Hewlêr a paytext hatibû kirin, 6 Pêşmerge hatin kuştin û zêdetirî 20 Pêşmergeyan jî birîndar bûn.

Parve bike: