TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Hûsiyan ji 28ê Sibatê ve cara yekem mûşek avêt Îsraîlê

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 adar 2026 12:27
Hat ragihandin ku Hûsiyên li Yemenê ku ji Îranê piştgiriyê werdigirin, ji destpêka şer a ji 28ê Sibatê ve heta niha cara yekem mûşekek avêt Îsraîlê.

RûpelNews - Dezgeha ragihandinê ya Îsraîlê KAN ragihand ku ji hêla artêşê ve hat tespîtkitin ku ji destpêka şerê ve cara yekem mûşekek ku ji Yemenê ber bi başûrê Îsraîlê ve hatiye avêtin.

Di êrîşa mûşekî de tu tişt bi tu kesî nehatiye.

Hûsiyan ragihand ku ev êrîş pêk anîne û êrîşên wan heta ku bigihîjin armancên xwe dê berdewam bikin.

Hat diyarkirin ku piştî avêtina mûşekan, zingilên êrîşa hewayî li bajarên başûr Dimona, Beersheba û Eilatê hatin çalakkirin.

Parve bike: