Amerîka cara yekem êrîş li derdora Tahranê kir
RûpelNews - Şerê Amerîka û Îranê ket qonaxeke nû. Artêşa Amerîkayê îro erê sibehê cara yekem ji hewayê êrîş bir ser herêmên derûdorê Tahranê ya paytexta Îranê.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, di êrîşan de ne tenê paytext, lê herwiha parêzgehên Semnan, Hemedan, Hormozgan, Xûzistan, Loristan, Îrana Navîn û Sîstan û Belûcîstan jî hatin hedefgirtin.
Êrîşa taybetî li ser parêzgeha Semnanê ku ji aliyê hilberîna moşekên balîstîk û bernameya fezayê ve xwedî girîngiyeke krîtîk e, wek berfirehkirina operasyonan hat nirxandin.
Li gor rayedarên Îranê di êrîşên dawî de ji zêdetirî 35 kes jiyana xwe ji dest dan, ji zêdetirî 300 kes jî birîndar bûn.
Êrîş li yekîneyên leşkerî yên li Sîstan û Belûçîstanê hat kirin
Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku baregehên Lîwaya Piyade ya 388emîn li Parêzgeha Sîstan û Belûçîstanê di êrîşên Amerîkayê de hatine hedefgirtin.
Di raporê de hat gotin ku di êrîşê de herî kêm 13 moşek hatine bikaranîn, 7 leşker mirin. Her wiha hat ragihandin ku hejmareke mezin a leşkeran birîndar bûne.
Îranê jî êrîş li Kendavê kir
Li hemberî van êrîşan Îranê jî wek bersiv êrîş li ser baregehên Amerîkayê yên li Kendavê kirin.
Îranê êrîşên moşekî û dronî birin ser Behreyn, Urdun û Kuweytê. Her sê welatên ku mazûvaniya leşkerên Amerîkî dikin, êrîş piştrast kirin, her çend di daxuyaniyên destpêkê de derbarê qurbanî an zirara madî de ti agahî nehatin dayîn.
Ji aliyê din ve êrîş li ser bajarê Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê jî hat kirin. Rayedaran ragihandin ku dron hatiye xistin.